Çepên Kesk: Em ê îradeya gelê xwe biparêzin

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê îradeya gelê xwe biparêzin. Em bang dikin ku her kes li dijî hewldanên derhiqûqî, deng derxîne.”

Li Colemêrgê li gorî encamên hilbijartinê yên ne fermî, Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên parlamenteriyê de bi 95 hezar û 600 dengan ji sedî 62,47; AKP bi 31 hezar û 537 dengan ji sedî 20,59; CHP bi 11 hezar û 86 dengan ji sedî 7,24 stand. Bi vê encamê Partiya Çepên Kesk ji 3 parlamenteran her sê jî standin. Lê AKP’iyan têkildarî encamên sindoqê îtîraz li ser îtîrazan kirin. Dema nîqaş dewam dikirin, AKP ji bo derxistina parlamenterekî derfetên xwe hemû seferber kirin. Namzetê AKP’ê Abdûlmûttalîp Ozbek bi waliyê bajêr re hevdîtinek taybet pêk anî. Piştre namzetên Partiya Çepên Kesk ku bi Desteya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kirin, li dijî hîle û bêusiliyên ku werin kirin nobeta “demokrasiyê” da despêkirin.

Li ser vê yekê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê ragihand ku nobeta demokrasiyê dane destpêkirin. Baroya Colemêrgê, OHD û ÎHD jî ji bo piştgiriyê û ewlehiya dengan, tevlî nobetê bûn.

Bi pêşengiya parlamenterê Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Colemêrgê û endamên Meclîsa Partiyê Abdûllah Zeydan û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, HDP, DBP û rêveberên bajar û navçeyê yên Partiya Çepên Kesk û bi tevlîbûna gelek endamên partiyên din serdana desteya hilbijartinê hat kirin. Piştî serdanan endamên partiyê têkildarî rewşa dawî li ber Walîtiya Colemêrgê daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêveberê Colemêrgê yê HDP’ê Kadîr Şahîn metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hilbijartin bi rengekî ne adilane û demokratîk pêk hat û wiha hat gotin: “Roja hilbijartinê em bi xwe bûn şahid ku hilbijêrên nexweş û astengdar jî çûn ser sindoqan, dengê xwe dan û xwedî li îradeya xwe derketin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku çi dibe bila bibe ew ê îradeya gelê xwe li dijî îtîrazên bê hiqûqî biparêzin û bang li her kesê hate kirin ku li dijî hewldanên derhiqûqî, deng derxînin.